Nêzî nîv milyon awareyên iraqî zivirîne parêzgeha Nêynewayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280839-nêzî_nîv_milyon_awareyên_iraqî_zivirîne_parêzgeha_nêynewayê
Wezîrê koçberî û awareyên Iraqê ragihand ku nêzî nîv milyon aware zivirîne malên xwe li Mûsilê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2018 12:36 Asia/Tehran
  • Nêzî nîv milyon awareyên iraqî zivirîne parêzgeha Nêynewayê

Wezîrê koçberî û awareyên Iraqê ragihand ku nêzî nîv milyon aware zivirîne malên xwe li Mûsilê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Casim Mihemed Caf wezîrê koçberî û awareyên Iraqê îro pêgirî li ser dewama hewildana bi şev û roj ji bo vegerandina awareyên iraqî ser deverên xwe kir.

Caf herwisan got: Dabînkirina imkanên binesazîyê, hevdengîya dezgehên curbicur û dabînkirina ewlehîya deverên azadkirî hewcedarê demeke dirêjtir e û evana ji faktorên derengmayîna vegera awareyan li hin deveran in.

Berî vîya wezareta koçberîya Iraqê ragihand ku sedî 45`ê awareyên şêrr zivirîne deverên xwe li Mûsil, Selahedîn, Dîyale û Al Anbarê.