Serokomarê Iraqê, qanûna lidarxistina hilbijartinên parlimanî di dema kifşkirî de ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280803-serokomarê_iraqê_qanûna_lidarxistina_hilbijartinên_parlimanî_di_dema_kifşkirî_de_ragihand
Fuad Meisûm serokomarê Iraqê tevî ragihandina qanûna lidarxistina hilbijartinên parlimana vî welatî di dema kifşkirî de, ji hemî dezgehên kargêr re ragihand ku divê ewê cih bînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 22, 2018 15:21 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê, qanûna lidarxistina hilbijartinên parlimanî di dema kifşkirî de ragihand

Fuad Meisûm serokomarê Iraqê tevî ragihandina qanûna lidarxistina hilbijartinên parlimana vî welatî di dema kifşkirî de, ji hemî dezgehên kargêr re ragihand ku divê ewê cih bînin.

Îro Parlamentoya lraqê civînek taybet liser qanûna helbjartinên li vî welatî lidar xist û ew yasaya bi piraniya dengan pejirand û dema helbijartnên perlemantoyê jî diyar kir.

Li gorî rapora Somerye News`ê, li daxûyanîya serokomarê Iraqê hatîye: Li gorî qanûnî li destûra bingehîn heyî û pejirandina plana vê dawîyê ya parlimanteran, hilbijartinên parlimanê divê di dema kifşkirî ango 12`ê Gulana tê de bên lidarxistin.

Parlamenterê kurd Ehmed Hacî Reşîd ji fraksyona Komela lslamî li meclisa Iraqê di vî warî de ragihand: "Piştî ku dadgeha fedral duh biryar wergrt ku nabe helbjartnên giştî li Iraqê werin paşxistin û divê 45 rojan berî bidawîbûna dema şerî ya perlemantoyê bihên encamdan, hikumeta Iraqê û parlamenteran piştgîrî dan qanûna hilbijartinan.

Herwiha jiber biryara dadgeha federal ya Iraqê perlamantoyê jî îro bi piranya dengan dema encamdana helbjartinên perlemantoyê pejirandin ku wê di roja 12 Gulana dahatî de werin encamdan.

Tevî ku Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê berî vîya jî pêgirî li ser pêwîstîya lidarxistina hilbijartinan di dema kifşkirî de kiribû, hin partîyên sîyasî dixwestin ku ev hilbijartin bên paşxistin.