31 hezar awareyên iraqî ji welatên Tirkiyê û Sûriyê vegerîyane
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280465-31_hezar_awareyên_iraqî_ji_welatên_tirkiyê_û_sûriyê_vegerîyane
Wezîrê koçberî û awareyan yê Iraqê li bara vegeryana 31 hezar awareyên iraqî ji welatên Tirkiyê û Sûriyê bo navçên azadbûyî yên xwe li welatê Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 18, 2018 14:10 Asia/Tehran
  •  31 hezar awareyên iraqî ji welatên Tirkiyê û Sûriyê vegerîyane

Wezîrê koçberî û awareyan yê Iraqê li bara vegeryana 31 hezar awareyên iraqî ji welatên Tirkiyê û Sûriyê bo navçên azadbûyî yên xwe li welatê Iraqê agahî da.

 Li gorî rapora kanala  televîyonî ya El-Iraqiyê, Casim  Muhemed El-Caf got: Zêde ji 4 hezar welatiyên iraqî yên aware ji welatên  Tirkiyê û nêzîkî 27 hezar kes ji wan ji kampên  Sûriyê vegeryane  mal û navçên  azabûyî yên xwe.

 Wî her wiha teqez kir: Piştî vegeryana  malbatên aware bo malên xwe li navçên azadbûyî, 24 kamp ku ji bo dabînkirin mal û avahiyê bo awareyên  iraqî li parêzgehên  Dihok û Bexda û Enbarê û Diyalê hatibû avakirin, hat girêdanê.

 Wî her wiha got:  Tivdîrên  ku ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê  hatine  berçavgirtinê, tim li halê cihhatinê ne.