31 hezar awareyên iraqî ji welatên Tirkiyê û Sûriyê vegerîyane
Çile 18, 2018 14:10 Asia/Tehran
Wezîrê koçberî û awareyan yê Iraqê li bara vegeryana 31 hezar awareyên iraqî ji welatên Tirkiyê û Sûriyê bo navçên azadbûyî yên xwe li welatê Iraqê agahî da.
Li gorî rapora kanala televîyonî ya El-Iraqiyê, Casim Muhemed El-Caf got: Zêde ji 4 hezar welatiyên iraqî yên aware ji welatên Tirkiyê û nêzîkî 27 hezar kes ji wan ji kampên Sûriyê vegeryane mal û navçên azabûyî yên xwe.
Wî her wiha teqez kir: Piştî vegeryana malbatên aware bo malên xwe li navçên azadbûyî, 24 kamp ku ji bo dabînkirin mal û avahiyê bo awareyên iraqî li parêzgehên Dihok û Bexda û Enbarê û Diyalê hatibû avakirin, hat girêdanê.
Wî her wiha got: Tivdîrên ku ji bo vegerandina aramî û ewlehiyê hatine berçavgirtinê, tim li halê cihhatinê ne.