Parlemana Iraqê, qanûn û dema eseh a hilbijartinên parlemanî kivş dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280429-parlemana_iraqê_qanûn_û_dema_eseh_a_hilbijartinên_parlemanî_kivş_dike
Parlemana Iraqê li civîna îro pênşemiyê teklîfa qanûna hilbijartinê û her wiha dema eseh a lidarxistina hilbiajrtinên parlemanî li vî welatî kivş dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 18, 2018 07:02 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê, qanûn û dema eseh a hilbijartinên parlemanî kivş dike

Parlemana Iraqê li civîna îro pênşemiyê teklîfa qanûna hilbijartinê û her wiha dema eseh a lidarxistina hilbiajrtinên parlemanî li vî welatî kivş dike.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhsin  Sedûn, nuner û serokê kosîyona  hiqûqî ya pelamana Iraqê raghand ku  civîna  komîsona  hiqûqî ya parlemana Iraqê roja pênşemiyê bi beşdariya serokê parlemanê û bi armanca  hilkolandina  qanûna  hilbijartinê tê lidarxistin. û ger teklîfa  vê qanûnê li komîsyona  hiqûqî û bidestxistina  hevhatina  siyasî kivş bibe pir muhtemel e qanûna  hilbijartinê li  hema di vê rojê de  ji bo pejirandina dawiyê were spartin bo parlemanê.

 Bi pejirandina qanûna  hilbiajrtinê li Iraqê, riya lidarxistina  hilbijartinên  parlemana li vî welatî xweş dibe.

 Di eynî demê de  Ebas El-Beyatî nûnerê hevalbendiya  dewleta Qanûnê li parlemana  Iraqê ragihand ku hevalbendiya  komên iraqî û her wiha  hevalbendiya  kurda li parlemanê, kempêynek ji bo komkirina îmzeyan ji nûneran  bo paşdexistina  hilbiajrtinê destpê kirine.

 Komsîyona  bilind a hilbiajrtinên  Iraqê roja  çarşemiyê navên 143 partiyan û 27 hevalebndiyan jibo beşdariya li hilbijartinên  parlemanî yên 2018an  ragihand.

Hilbijartinên parliman û konseyên parêzgehên Iraqê biryar e ku di 12`ê Gulana îsal de bên lidarxistin û ev babeta girîng bûye sebeb ku qada sîyasî ya vî welatî van rojana bi hevalbendîyên nû, rawêjkarî û danûistandinên partî û komên sîyasî yên curbicur ên şîe û sune û kurd ji bo raberkirina lîsteyên nû yên pişkdarê hilbijartinan were dagirtin.