Heyder Ebadî: Em ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên digel Hewlêrê hewil didin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280401-heyder_ebadî_em_ji_bo_çareserkirina_hemî_pirsgirêkên_digel_hewlêrê_hewil_didin
Serokwezîrê Iraqê got: Dewleta federal ji bo çareserkirina hemî nakokî û pirsigêrêkn xwe yên digel hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî hewil dide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2018 16:16 Asia/Tehran
  • Heyder Ebadî: Em ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên digel Hewlêrê hewil didin

Serokwezîrê Iraqê got: Dewleta federal ji bo çareserkirina hemî nakokî û pirsigêrêkn xwe yên digel hikûmeta Herêma Kurdistana vî welatî hewil dide.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro li civîna rojnamevanîyê ya hefteyê herwiha got: Bexda ji bo çareserkirina hem pirsgirêkên digel Hewlêrê hewil dide û ji bo dayîna miaşên hemi karmendên Herêma Kurdistanê tam cidî ye.

Di çend rojên vê dawîyê de desteyên dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê têkildarî birêvebirina balafirgehên Hewlêr û Silêmanîyê muzakirên fermî destpê kirine.

Herwisan desteyên wezaretxanên perwerde û tenduristîyê yên Herêma Kurdistanê lîsteya karmend û miaşwergirên xwe ji bo hilkolandin û dayîna miaşên mehane raberî Bexdayê kirin.