Hevdîtina şandiyê serokomarê Emerîkayê tev serokwezîrê Iraqê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280373-hevdîtina_şandiyê_serokomarê_emerîkayê_tev_serokwezîrê_iraqê_li_bexdayê
Şandiyê taybet ê serokkomarê Emerîkayê li hevalbendiya li dijî DAIŞ`ê li Bexdayê tev serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara xurtkirina peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2018 13:17 Asia/Tehran
  •  Hevdîtina şandiyê serokomarê Emerîkayê tev serokwezîrê Iraqê li Bexdayê

Şandiyê taybet ê serokkomarê Emerîkayê li hevalbendiya li dijî DAIŞ`ê li Bexdayê tev serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara xurtkirina peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Bêrt Mekgork, şandiyê taybet ê serokkoamrê Iraqê îro tev serokwezîrê Iarqê li bexadyê hevdîtin pêk anî.

 Nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniyekê bal kişand ser  vê hevdîtinê û raghand ku her du alî li vê hevdîtinê li bara riyên  xurtkirina  peywendiyên dualî,  sekinîna ser helwêsta  Emerîkayê ji bo piştgiriya  ji aramiya Iraqê, xurtkirina  hêzên vî welatî, piştgiriya ji hewldanan li çarçoveya  avedankirin û vexwendina  şîrketên  emerîkî jibo hevkariya li  xebitandina sermayê li Iraqê gotûbêj kirin.

 Serokwezîrê Iraqê meha buhurî piştî ku  hêzên  vî welatî karîn ku dawîn navçên  bin kontrola DAIŞ`ê azad bikin li bara kuatbûna  şerê li dijî vê komê agahî da,

 Wî ser pêwîstiya  avedankirina  hin navçên ku  li encama vî şerî xisar dîtibûn, teqez kir û raghand ku  vegeryana  awareyan bo navçên  azadbûyî  di rojeva  karê dewleta Iraqê de ye.