Hevdîtina şandiyê serokomarê Emerîkayê tev serokwezîrê Iraqê li Bexdayê
Şandiyê taybet ê serokkomarê Emerîkayê li hevalbendiya li dijî DAIŞ`ê li Bexdayê tev serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara xurtkirina peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Bêrt Mekgork, şandiyê taybet ê serokkoamrê Iraqê îro tev serokwezîrê Iarqê li bexadyê hevdîtin pêk anî.
Nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniyekê bal kişand ser vê hevdîtinê û raghand ku her du alî li vê hevdîtinê li bara riyên xurtkirina peywendiyên dualî, sekinîna ser helwêsta Emerîkayê ji bo piştgiriya ji aramiya Iraqê, xurtkirina hêzên vî welatî, piştgiriya ji hewldanan li çarçoveya avedankirin û vexwendina şîrketên emerîkî jibo hevkariya li xebitandina sermayê li Iraqê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Iraqê meha buhurî piştî ku hêzên vî welatî karîn ku dawîn navçên bin kontrola DAIŞ`ê azad bikin li bara kuatbûna şerê li dijî vê komê agahî da,
Wî ser pêwîstiya avedankirina hin navçên ku li encama vî şerî xisar dîtibûn, teqez kir û raghand ku vegeryana awareyan bo navçên azadbûyî di rojeva karê dewleta Iraqê de ye.