Daxûyanîya Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinên Iraqê têkildarî hevalbendîyên hatine erêkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280369-daxûyanîya_komîsaryaya_bilind_a_hilbijartinên_iraqê_têkildarî_hevalbendîyên_hatine_erêkirinê
Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinên Iraqê hejmara hevalbendîyên ku vê Komîsaryayê erê kirine, hejmara partîyên ku li hevalbendîyên hanê cî girtin û dema raberkirina lîsteya berbijaran ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2018 12:58 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinên Iraqê têkildarî hevalbendîyên hatine erêkirinê

Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinên Iraqê hejmara hevalbendîyên ku vê Komîsaryayê erê kirine, hejmara partîyên ku li hevalbendîyên hanê cî girtin û dema raberkirina lîsteya berbijaran ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Someryê, Riyaz Beledan yek ji berpirsên Komîsaryaya Bilind a Hilbijartinên Iraqê ragihand: 27 hevalbendîyên hilbijartinan hatine erêkirinê û 143 partî jî li hevalbendîyên hanê cî digirin û partîyên ku li hvan hevalbendîyana pişkdar nekirine dikarin bi awayekî cida li hilbijartinan pişkdar bibin.

Beledan herwiha ji partîyên sîyasî û hevalbendîyan xwest ku lîsteya berbijaran di dema qanûnî de ku ji 4`ê Çileya sala 2018`an ve destpê bûye û yê di 10`ê Sibata sala 2018`an de bi dawî were, raber bikin.

Mêdyayên iraqî jî bal kişandin ser hevalbendîyên hilbijartinan û ragihandin: Hevalbendîya herî mezin Hevalbendîya Al Nesr bi serokatîya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ye ku ji 31 qeware û partîyan pêk tê. Piştî wê, Hevalbendîya Al Fethê bi serokatîya Hadî Amirî cî digire ku ji 18 qewareyan pêk tê û Hevalbendîya Netewî bi serokatîya Eyad Elawî jî 16 qewareyan pêk tê.

Hilbijartinên parliman û konseyên parêzgehên Iraqê biryar e ku di 12`ê Gulana îsal de bên lidarxistin û ev babeta girîng bûye sebeb ku qada sîyasî ya vî welatî van rojana bi hevalbendîyên nû, rawêjkarî û danûistandinên partî û komên sîyasî yên curbicur ên şîe û sune û kurd ji bo raberkirina lîsteyên nû yên pişkdarê hilbijartinan were dagirtin.