Alûgurên vê dawiyê yên hilbijartinên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280359-alûgurên_vê_dawiyê_yên_hilbijartinên_iraqê
Komsîyona bilind a hilbijartinên Iraqê, navên hevalbendiyan û partiyên ku dikarin beşdarê hilbijartinên parlemana vî welatî bibin, raghand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2018 12:30 Asia/Tehran
  •  Alûgurên vê dawiyê yên hilbijartinên Iraqê

Komsîyona bilind a hilbijartinên Iraqê, navên hevalbendiyan û partiyên ku dikarin beşdarê hilbijartinên parlemana vî welatî bibin, raghand.

 Li gorî rapora IRNA`yê, komîsyona  bilind a hilbijartinên Iraqê bi daxûyaniyekê, navê hevalbendiyan û partiyên ku dikarin  beşdarê hilbijartinên  parlemanî yên 22 Ordîbihişta  97`an  bibin, raghand.

 Li vê daxûyaniyê hatiye ku partiyên siyasî ku  navê wan li hevalbedniyên  hibiajrtinên yên hanê nehatiye,  dê bikaribin bi awayekî kesane beşdarê hilbijartinê bibin.

 Li gorî vê daxûyaniyê, partiyên siyasî û hevalbendiya  hilbiajrtinên  heya 10 Sibatê derfeta wan heye ku lîsteya  berbijarên  hilbijartinê raberî vê komîsyonê bikin.

 Hêjayî gotinê ye ku  birayr e hilbijartinên  Iraqê roja  22 Ordîbihêşta 97`an  li 18 navendên  hilbiajrtinê li seranserê Iraqê ji wan  navçên  ku  vê dawiyê  ji lepên  DAIŞ`ê hatine  rizgarkirin, were lidarxistin.

24 Milyon kes ji sercem zêde ji 37 milyon şêniya Iraqê dikarin di çaremîn  dewra hilbiajrtinên  parlemnaî yên Iraqê ji sala 2003`an  beşdar bibin.

 Ji ber ku  sîstima  rêbveberiya Iraqê parlemnaî ye û bijartina  serokwezîr , serokkomar, serokê parlemanê û wezîrên kabînê  girêdayî bi hilbijartinên parlemanê ye loma, hilbiajrtinên parlemanî ku her  çar salan carekê li Iarqê tê lidarxistin, pir giring e.

 Ji ber ku hilbijartina îsal, yekim hilbijartina  piştî serketina tama  Iraqê ser koma terorîstî ya DAIŞ`ê ye ev hilbijartin pir bala liv û tevegrên siyasî yên nav Irqaê û welatên  navçê û cîhanê kişandiye û tê gotin ku ev hilbijartin, pêkhateya pêşeroja siyasî ya Iraqê kivş dike.