1500 awareyên iraqî li parêzgeha Kerkûkê zivirîne malên xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280345-1500_awareyên_iraqî_li_parêzgeha_kerkûkê_zivirîne_malên_xwe
Parêzgarê Kerkûkê sêşemê şev ragihand 1500 awareyên iraqî zivirîne malên xwe li bajarê Hewîcê li başûra rojavaya vê parêzgehê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 17, 2018 08:03 Asia/Tehran
  • 1500 awareyên iraqî li parêzgeha Kerkûkê zivirîne malên xwe

Parêzgarê Kerkûkê sêşemê şev ragihand 1500 awareyên iraqî zivirîne malên xwe li bajarê Hewîcê li başûra rojavaya vê parêzgehê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Rakan Cebûrî parêzgarê Kerkûkê sêşemê şev bal kişande ser zivirîna 1500 awareyên iraqî bo nav malên xwe li bajarê Hewîcê û destnîşan kir; li rojên tê dê awareyên zêdetir bizivirin malên xwe prosa zivirîna van awareyan jî hêzên ewlehiyê û komîsiyona ewlehiya parêzgeha Kerkûkê dê li vê barê biryarê bigrin.

Nivîsgeha giştî ya taxima wezîrên Iraqê jî 11 Çileyê ragihand ku sedî 50 zivirîne malên xwe li navçên azadbûyî ji destê terorîstan.

grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sala 2014 bi palpiştiya abûrî û eskerî ya Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hindek ji welatên erebî ji wan Erebistanê, pişkin ji navçên bakûrî û rojavaya Iraqê dagîr kirin û cinayên zav dijî xelkê vî welatî cih anîn.