Xwekujek li rojhilata Samêraya Iraqê hate kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i280327-xwekujek_li_rojhilata_samêraya_iraqê_hate_kuştin
Çavkaniyên iraqî ragihandin ku xwekujek li operasyona paqijkirina tekfîriyan li rojhilata Samêrayê hate kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2018 16:34 Asia/Tehran
  • Xwekujek li rojhilata Samêraya Iraqê hate kuştin

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku xwekujek li operasyona paqijkirina tekfîriyan li rojhilata Samêrayê hate kuştin.

Li gorî raproa roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê Sûmêriye News`ê, çavkaniyeka ewlehiyê ya Iraqê ragihand: Hêzên gordanên El Selamê bi hevahengiya hêzên ewlehiyê yên Iraqê, paqijkirina hin navçeyên Nehr El Resasî li rojhilata Samêrayê dest pê kirine ku di encama vê operasyonê de xwekujek hate kuştin.

Çavkaniyeka iraqî jî got: Artêşa vî welatî berpirsyariya dabînkirina ewlehiyê ji Badoşê heta derbasgeha rojavayî ya Mûsilê, dewsa polîsan girtiye ustiyê xwe û hêzên polîs ji van navçeyan paşve kişiyan.

Ev çavkaniya iraqî herwiha ji operasyona paqijkirinê û dabînkirina ewlehiyê li El Bû Sêyfê li başûrê Mûsilê bi beşdariya hêzên tekawer, artêş û polîs û piştevaniya hewayî ya Hevalbendiya Navneteweyî agahî da û herwiha got: Hêzên iraqî 28 meytên endamên DAIŞ`ê ligel hejmarek kemberên teqandinê, bombe û trombîlên bombekirî zevt kirin.

Ji roja şemiyê ve hêzên artêşa Iraqê, operasyona paqijkirina terorîstên DAIŞ`ê ji navçeyên başûrê Mûsilê li rex çemê Diclê destpê kirin.