Biryara nû ya Heyder Ebadî û Heşda şebî li bara hilbiajrtinê
Serokwezîrê Iraqê û hêzên Heşda Şebî serê axir biryar dan ku lîsteyeka cida li hilbijartinên parlemanê raber bikin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyeke nêzîkî Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê li gotûbêja bi France Press`ê re got: ``Derketina hin komên ser bi Heşda Şebî ji lîsteya Ebadî ji ber viya ye ku wan nekarîn şertên ku serokwezîrê Iraqê xistibûn rojevê, qebûl bikin``.
Vê çavkaniya iraqî her wiha got: ``Heyder Ebadî kesên pispor ji bo postên hikûmetî dixweze û ne ev kesên ku li gor pîvanên eşîretî werin biajrtin``.
Hevalbendiya El-Nesrê ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî, 14`ê Çillê hat avakirin û hevalbendiya Fathê bi serokatiya Hadî Amêrî, sekreterê giştî yê Rêxistian Bedrê û tevegra Hikmeya neteweyî ya Iraqê bi serokatiya Emar Hekîm tevlî wê bûn. Ev hevalbendiya civata bilind a Îslamî bi serokatiya Homam Hemûdî jî digre ber xwe.
Hilbiajrtinên parlemanî û konseyên parêzgehan a Iraqê birayr e 12`ê Gulana 2018`an li seranserê vî welatî were lidarxistin û ev mesela giring bûye sedem ku meydana siyasî ya Iraqê van rojana şehedê hevalebndiyên nû û şêwirîn û gotûbêja partî û komên siyasî yên şîe, sunne û kurd be ji bo raberkirina lîsteya hilbiajrtinên nû.