Sekreterê giştî yê NY êrişa terorîstî li Iraqê şermezar kir
Sekreterê giştî yê NY êrişên terorîstî yên dudukî li Bexdayê şermezar kir û bi malbatên qurbaniyên bûyerê hevderdî kir.
Li gorî rapora nûçegîhanê IRNA`yê, Îstifan Docarîk berdevkê sekreterê giştî yê NY roja duşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê diyar kir: ``Sekreterê giştî destnîşan dike ku NY bi hewldana ji bo rawestana li ber terorîzmê û avedakirina welêt tim di kêleka dewlet û gelê Iraqê rawestaye``.
Li gorî amarên hatî weşandin a wezareta karên hundir a Iraqê li encama teqîna dudukî ya terorîstî li meydana Teyranê li navça Baba Rojhilat li navenda Bexadyê, 16 kes hatin kuştin û 65 kesên din jî birîndar bûn ku li nav goriyan hejmarek ji hêzên polîs hene.
Pêştir jî roja şemiya buhurî li meydana Edenê li navça Kazimînê li bakurê Bexdayê êrişeke xwekujiyê qewimî ku hejmarek ji welatiyan hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, kesê ku bi êlega teqînê li meydana Edenê êrişa întiharî cih anî, nûciwanekî xelkê Tarmiyê li bakurê Bexdayê bûye.