Damezirandina fermî ya hevpeymaniya nû ya hilbijartinê li Iraqê
Berdevkê Tevgera Hikmeta MNeteweyî ya Iraqê qala damezirandina fermî ya hevpeymaniyeka nû ya hilbijartinê li Iraqê kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, berdevkê Tevgera Hikmeta MNeteweyî ya Iraqê bi serokatiya seyd Emar Hekîm, Nufil Ebu Rexîf êvara Yekşemiyê got: ``Ev hevpeymaniya hilbijartinê bi navê `El Nesr lêl-Iraq` (Serketina ya Iraqê ye) pêkhatî ji sê hevpeymaniyên El Nesr (Ebadî), El Feth (Amirî) û El Hikme (Hekîm) dê bikeve meydana rikeberiyên hilbijartinê``.
Ebu Rexîf her wiha got: ``Tiştê ku heta duh li vî warî da hatibû hilêxistinê, hîn fermî nebû û belgeyek di navebra koman da nehatibû wajokirinê, lê şeva çûyî vê mijarê serê xwe girt û bi amadebûna desteya Hikmetê bi serokatiya seyd Emar Hekîm û desteya Nesrê bi serokatiya Ebadî, xal û mijarên bingehîn ên bernameya vê hevpeymaniyê hat amadekirin``.
Hilbijartina konseyên parêzgehan û parlimana Iraqê dê roja 12`ê Gulana 2018an were lidarxistinê.
Hilbijartina parlimanî ku her çar salan carekê li Iraqê tê lidarxistin, xwedan girîngiyekla zêde ye.
Li hilbijartina parlimanî ya pêşerojê ya Iraqê, dê endamên kabîneyê, serokwezîr her wiha serokoamrê û serokê parlimanê bên bijartinê.