Destpêbûna opêrasyona taqîbkirina têrorîstan li parêzgeha Dîyale ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279677-destpêbûna_opêrasyona_taqîbkirina_têrorîstan_li_parêzgeha_dîyale_ya_iraqê
Fermandeyê opêrasyona leşkerî li parêzgeha Dîyale ya Iraqê ragihand ku opêrasyona berfire ji bo paqijkirina vê parêzgehê ji têrorîstan destpê bûye.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 08, 2018 15:57 Asia/Tehran
  • Destpêbûna opêrasyona taqîbkirina têrorîstan li parêzgeha Dîyale ya Iraqê

Fermandeyê opêrasyona leşkerî li parêzgeha Dîyale ya Iraqê ragihand ku opêrasyona berfire ji bo paqijkirina vê parêzgehê ji têrorîstan destpê bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mezher Ezawî li gotûbêja digel ajansa nûçan a Al Gad Press`ê got ku hêzên ewlehîyê opêrasyoneke berfire ji bo teqîbkirina têrorîstên DAIŞ`ê li devera Hawî Ezîmê li bakûra parêzgeha Dîyalê destpê kirin.

Ezawî herwiha got: Ev opêrasyona di çarçova istiratêjîya fermandetîya opêrasyona Diclê de ji bo jordabirina asta ewlehîyê û parastina wê li deverên curbicur ên parêzgeha Dîyalê nemaze li deverên sînorî pêk tê.

Parêzgeha Dîyale ya Iraqê bi hegera pirrcûrîya etnîkî û mezhebî û cînaretîya digel Bexdayê, yek ji pêgehên herî girîng ên têrorîstan di salên buhurî li Iraqê de dihat hesêb.