Pêgirîya ser pêwîstîya nûjenkirina pergala geştyarîya Îran û Iraqê
Rayedarên Îran û Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya nûjenkirina cûrên geştyarîyê nemaze yên ji ber karên pizişkî û seyranê yên dualî kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedmuhib Xodayî alîkarê çiqa geştyarîyê ya Sazîya Mîrasa Çand û Geştyarîyê ya Îranê û Mehmûd Yeiqûbî rêvebirê giştî yê Geştyarîya Iraqê îro li hevdîtinekê li Bexdayê, peywendî û hevdengîya zêdetir di navbera pişkên dewletê yên her du welatan ji bo plandarêjî û kifşkirina nexşerêyê bo serûberkirina geştyarîya pizişkî û seyranê pêwîst zanîn.
Xudayî û Yeiqûbî xwestin ku çavdêrî ser karên pişka nedewletî bê kirin û karên wan bi aramnca hêsankirin û kêmkirina xercên seredanê û tûrên geştyarîyê ji bo welatîyên îranî û iraqî werin qanûnîkirin.
Xudayî herwiha amadebûna Komara Islamî ya Îranê ji bo hevkarîya digel Iraqê li opêrasyona ji nûve avakirina vî welatî nemaze li pişka mîrasa çandî û şûnewarên dîrokî ragihand.
Salê nêzî 4 milyon îranî pirranî ji bo zîyaretkirina warên pîroz seredana Iraqê dikin û zêde ji milyonek û 300 hezar geştyarên iraqî bi armanca zîyaretkirin û gerr û seyranê seredana Îranê dikin.