Pûçkirina bi sedan bombeyan li malên nav bajarê Bêciya Iraqê
Çile 07, 2018 16:35 Asia/Tehran
Bi sedan bombe û teqemenî ji malên bombekirî li bajarê Bêciyê li parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê hatin pûçkirin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîayona El-Iraqiyê ev bombe ji aliyê koma terorîstî ya DAIŞê hatibûn bicihkirin.
Sebah Xelef alîkarê fermandê polîsê Selahedînê diyar kir: Bernama tam a wezaretaxaneyên berevnî û karên hundir û Heşda Şebî ya Iraqê cih hatiye da ku bajarê Bêciyê ji teqemenî û maynan were paqijkirin.
Li gorî raporan, koma terorîstî ya DAIŞ`ê hemî îmaknên xwe ji bo kavilkirina navçên xelknişîn û binavahiyên bajarê Bêciyê xebitandibû.
Terorîstên DAIŞ`ê Hezîrana 2014`an bajarê Bêciyê dagir kirin lê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ev bajêra dawiya 2015`an azad kirin.