12 DAIŞ`î li bajarê Kerkûka Iraqê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279585-12_daiŞ_î_li_bajarê_kerkûka_iraqê_hatin_girtin
Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê li bara girtina 12 endamên koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê li vî bajarî agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2018 15:59 Asia/Tehran
  •  12 DAIŞ`î li bajarê Kerkûka Iraqê hatin girtin

Çavkaniyeke ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê li bara girtina 12 endamên koma terorîstî tekfîrî ya DAIŞ`ê li vî bajarî agahî da.

 Li gorî rapora IRNA`yê, vê çavkaniyê roja ekşemiyê ji ajansa El-Qed  Pressa Iraqê re got: Hêzên ewlehiyê li çaremîn roja  operasyona  paqijkirina  navçên  rojava û başûrê Kerkûkê û rojhilata  Selahedînê ev kesên ku  li vî bajarê xwe veşartibûn, peyda kirin û girtin.

 Wî got: Kesên hanê wek komên nepenî yên DAIŞê li vî bajarî bi cih bibûn.

 Hêjayî gotinê ye ku  Hêzên Heşda Şebî û Yekînên  artêşa Iraqê duh  û li sêwem  roja vê operasyonê, çend tûnêlên  bin erdê û trimbêleka  çek û sîlehan li başûrê rojava Kerkûkê keşfkirin û zewtkirin.

 Tevî raghandina dawîbûna emrê  DAIŞê li Iraqê,li gorî gotina çavkaniyên agehdar, bi dehan  cih li  vî welatî hene ku sitargeha  endamên DAIŞ`ê yên revyayî ne û hîn nehatine paqijkirin. Piştî dubarebûna  bûyerên  curbicure  terorîstî li dijî welatiyan û hêzên dewletî li parzêgeha  Kerkûkê li hefteyên derbasbûyî,  çavdêr ji ber xetera giranbûna  bêewlehiyê li vê navçê  dilgiran in.