keşfkirina çek û sîlehên Erebistanê li Iraqê
Çile 07, 2018 15:11 Asia/Tehran
Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê raghandin ku hinek çek û sîlehên Erebistanê li parêzgeha Selahedînê li bakurê Iraqê hatine keşfkirin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîayona El-Alamê, hêzên Heşda Şebî yên Iraqê li vê operasyonê sê kantînerên hilgirê gullên giran û teqemeniyan yên Erebistanê keşf kirine.
Her wiha 4 trimbêlên plaka siûdî jî li depoya tereorîstan wek xenîmet hatine girtin. Ev kelûmel li navça Telal Hemrînê ya parzêgeha Selahedînê hatine keşfkirin.
Qasim El-Erecî wezîrê karên hundir ê Iraqê jî roja duşemiyê li bara peydakirina û zevtkirina hinek çek û sîlehan li rojhilata Bexdaya paytexta vî welatî agahî dabû.
Klaşînkof, tifingê nêçîrê, narincok û demance ji wan çekên keşfbûyî li Bexdayê bûn.