Parlemana Iraqê biryara li dijî filistînî ya Trump şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279561-parlemana_iraqê_biryara_li_dijî_filistînî_ya_trump_şermezar_kir
Parlemana neteweyî ya Iraqê li civîna roja yekşemiyê biryara li dijî filistînî ya Trump li ragahndina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2018 13:48 Asia/Tehran
  •  Parlemana  Iraqê biryara li dijî filistînî ya Trump şermezar kir

Parlemana neteweyî ya Iraqê li civîna roja yekşemiyê biryara li dijî filistînî ya Trump li ragahndina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî şermezar kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, nunerên iraqî li dengwergirtina îro ya parlemanê, ev biryara  Trump kiryareke  hander û li dijî aşitî û ewlelhiyê dan zanîn. Parlemana  Iraqê her wiha teqez kiriye ku Quds paytexta welatê Filistînê ye. Donald Trump serokkomarê Emerîkayê  tevî dijberiyên  berfireh ên  navxweyî û navnetweyî Quds wek paytexta Rejîma  Siyonîstî raghand.

 Eva li halekê ye ku  bajarê Qudsê ku mizgevta Eqsayê yekim qibla misilmana têde ye, pişka cidanebûyî ya Filistînê ye û yek ji sê cihên pîroze Îslamî tê hesabê û cih û şûneka  taybet li cem misilmanan heye.

  Konseya Ewlehiyê ya NY heya niha sercem 8 biryarname li bara Qudsê dane ku li van biryarnaman ser parasina  aramî û ewlehiya Qudsê û parastina  nirxên pîroz û  girtina pêşiya  bêrêziya li nirxên pîroz  û işkence û azara  xelkê Qudsê hatiye teqezkirin.

 Konseya Ewlehiyê li kanûna par biryarnameyek pejirand û destnîşan kir ku tu guherînek li sînorên  beriya 4 Hezîrana 1967`an  ji wan li peywendiye  tev Beytulmuqedesê bi fermî nas  neke, meger her du alî  li muzakireya  li ser wan li hev bikin. Kiryara Trump ya bifermîanskirina  bajarê Qudsê wek paytexta Rejîm dagirkirê Qudsê binpêkirina  eşkere ya  birayranem û peymanên  navneteweyî ye.