Parlemana Iraqê biryara li dijî filistînî ya Trump şermezar kir
Parlemana neteweyî ya Iraqê li civîna roja yekşemiyê biryara li dijî filistînî ya Trump li ragahndina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî şermezar kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, nunerên iraqî li dengwergirtina îro ya parlemanê, ev biryara Trump kiryareke hander û li dijî aşitî û ewlelhiyê dan zanîn. Parlemana Iraqê her wiha teqez kiriye ku Quds paytexta welatê Filistînê ye. Donald Trump serokkomarê Emerîkayê tevî dijberiyên berfireh ên navxweyî û navnetweyî Quds wek paytexta Rejîma Siyonîstî raghand.
Eva li halekê ye ku bajarê Qudsê ku mizgevta Eqsayê yekim qibla misilmana têde ye, pişka cidanebûyî ya Filistînê ye û yek ji sê cihên pîroze Îslamî tê hesabê û cih û şûneka taybet li cem misilmanan heye.
Konseya Ewlehiyê ya NY heya niha sercem 8 biryarname li bara Qudsê dane ku li van biryarnaman ser parasina aramî û ewlehiya Qudsê û parastina nirxên pîroz û girtina pêşiya bêrêziya li nirxên pîroz û işkence û azara xelkê Qudsê hatiye teqezkirin.
Konseya Ewlehiyê li kanûna par biryarnameyek pejirand û destnîşan kir ku tu guherînek li sînorên beriya 4 Hezîrana 1967`an ji wan li peywendiye tev Beytulmuqedesê bi fermî nas neke, meger her du alî li muzakireya li ser wan li hev bikin. Kiryara Trump ya bifermîanskirina bajarê Qudsê wek paytexta Rejîm dagirkirê Qudsê binpêkirina eşkere ya birayranem û peymanên navneteweyî ye.