Pêgirîya Ebadî ser lidarxistina hilbijartina parlimanî ya Iraqê di dema kifşkirî de
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê xwest ku têkildarî hilbijartinên parlimanî yên di pêşberê vî welatî de pêgirîyê li ser serxwebûn û bêalîtîyê bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh li hevdîtina digel serok û endamên Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, amadekarîyên lidarxistina hilbijartinên parlimana vî welatî ji wan dabînkirina bûcê, pêwîstîyên îdarî û têknîkî, alavên lidarxistina hilbijartinan û demajoya wergirtin û hejmartina dengan.
Li vê hevdîtinê herwiha biryarên ku divê di warê pişkdarîya awareyên iraqî li hilbijartinan de bên dayînê hatin hilkolandin.
Serokwezîrê Iraqê tevî ku qedrê Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê girt, ji hemî mêdyayan xwest ku gel ji bo pişkdarîya li hilbijartinên parlimanî di dema kivşkirî de vexwînin.
Rojnama Al Hayatê jî nivîsî: Serokwezîrê Iraqê li dijî paşdaxistina hilbijartinên parlimana vî welatî ye lewma di rojên bê de yê ji Dadgeha Bilind a Fêdêral a Iraqê bixweze ku bi hikmekê paşdaxistina hilbijartinên parlimanê qedexe bike.
Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê berî vîya ragihandibû ku hilbijartinên parlimanî yên vî welatî wê di 12`ê Gulana 2018`an de werin lidarxistin.
Li hilbijartinên bê yên parlimana Iraqê, pêkhateya meclisê, serokwezîr û serokomar û serokê parlimanê dê bên kivşkirin. Hin alîyên sîyasî li Iraqê hewil didin bi hecetên curbicur, hilbijartinên parlimanî yên li pêşber û yên Konseyên Parêzgehan paşda bixin.