Ebadî: ``Em li dû pêkanîna artêşeka bihêz in``
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279525-ebadî_em_li_dû_pêkanîna_artêşeka_bihêz_in
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja Şemiyê ragihand ku welatê wî di riya pêkanîna artêşeka bihêz û neteweyî ku bikare welêt biparêze da pêngav rakiirye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2018 05:13 Asia/Tehran
  • Ebadî: ``Em li dû pêkanîna artêşeka bihêz in``

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja Şemiyê ragihand ku welatê wî di riya pêkanîna artêşeka bihêz û neteweyî ku bikare welêt biparêze da pêngav rakiirye.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li peyamekê ku bi boneya salvegera nûd û heftan a damezirandina artêşa Iraqê hat weşandin, her wiha ragihand: ``Ewlehî û aramiya Iraqê deyndarê wan xwînan e ku artêş û hêzên din ên ewlehiyê ji bo welêt xelat kirine``.

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vê yekê ku artêş piştgirê destkeftiyên neteweyî û parêzvanê serxwebûn û desthilata welêt e, destnîşan kir: ``Me bi hewcetî bi pêkanîna artêşeka neteweyî û bihêz heye ku piştgir û parêzvanêserxwebûn û cîgeha welêt be``.

Ebadî artêşa Iraqê ji ber fîdakarî û cangorîtiyên ku li warê berevaniya ji welat, ewlehî û gelê vî welatî kiriye pesinand.

Artêşa Iraqê sala 1921ê hat damezirandin.

Artêşa Iraqê hevrê digel hêzên din ên leşkerî û gelanî yên vî welatî piştî bi mehan têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê di meha Kanûna 2017an karîn ku axa vî welatî ji hjebûna têrorîstên tekfîrî paqij bikin.

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja 9`ê Kanûna 2017an hevdem digel serdestiya tam a hêzên iraqî li ser sînorêîn vî welatî , serketina dawiyê ya Iraqê li hemberî DAIŞ`ê ragihand.