Dewama işkesta êrişên DAIŞ`ê li sînorên Iraq û Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279513-dewama_işkesta_êrişên_daiŞ_ê_li_sînorên_iraq_û_sûrîyê
Hêzên Heşdi Şeibî careka din êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li Til Sefûkê li sînorê vî welatî û Sûrîyê pûç kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2018 15:18 Asia/Tehran
  • Dewama işkesta êrişên DAIŞ`ê li sînorên Iraq û Sûrîyê

Hêzên Heşdi Şeibî careka din êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li Til Sefûkê li sînorê vî welatî û Sûrîyê pûç kirin.

Li gorî rapora malpera nûçan a Al Neşre (Al Nashra) ya Libnanê, hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê îro careka din êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li sînorê vî welatî û Sûrîyê bêencam kirin û ragihandin ku hêzên mayî yên DAIŞ`ê li hin deverên çolê li rojavaya Iraqê nemaze li sînorê vî welatî û Sûrîyê car bo carê hin êrişan dikin ku bi saya hişyarbûna hêzên gelanî tên bêencamkirinê.

Hêzên Heşdi Şeibî roja pêncşema buhurî jî êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ku bi saya 18 xwekujan li dijî yekîneyên li derîyê sînorî yê Til Sefûkê pêk hat, bêencam kirin.

Di vî halî de hin çavkanîyên iraqî ragihandin ku têrorîstên DAIŞ`ê li devera Cizîrê li rojavaya Mûsilê dest bi tevgereke nû kirine ku di encama êrişa dawîyê de 3 hêzên eşîretan li gundê Mustenteqê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê kuştin.

Wan çavkanîyên iraqî vekişîna hêzên iraqî ji deverên hanê û mijûlbûna hêzên iraqî li opêrasyona azadkirina Hewîcê wek hegera vegera têrorîstên DAIş`ê bo rojavaya Mûsilê ragihandin ku bi saya hişyarbûna hêzên iraqî kiryarên têrorîstan zû hatin pûçkirinê.