Serokê parlimana Iraqê: Artêş kela qahîm û berevanê gelê Iraqê bû
Serokê parlimana Iraqê tevî pîrozkirina salvegera damezirandina artêşa vî welatî pêgirî kir: Artêşa Iraqê dermanê teqil ê belaya DAIŞ`ê ye. Wî herwiha got: Artêş bi rastî kela qahîm a welêt û berevanê gelê Iraqê bû.
Cibûrî li dewama xeberdana xwe pesna wêrekî û fidakarîya hêzên egît ên artêşa Iraqê di rêka azadkirina welêt û rizgarkirina iraqîyan ji lepên têrorîsma cîhanî da û got: Artêşa Iraqê dê wek çirayekê di dema niha û bê de vêxistî bimîne û hemî cîhanê fidakarîyên mayinde û wêrekîya hêzên iraqî dîtin.
Serokê parlimana Iraqê li merasima salroja damzirandina artêşa vî welatî pêgirî kir: Dewlet bi dû cebirandina xisarên ji ber şerê dijî DAIŞ`ê û ji nû ve avakirina deverên azadkirî li Mûsilê û dabînkirina şert û mercên vegera niştecihên Mûsilê ye.
Selîm Cibûrî herwiha got: Raberkirina xizmetên bingehîn li parêzgeha Mûsilê hewcedarê hewildaneke berfire ye, ji ber ku binesazîyên vî şarî dema opêrasyona têkoşîna dijî DAIŞ`ê tûşî xisar û derbên giran bûne.
Fuad Meisûm serokomarê Iraqê jî li vê merasimê qedrê hêzên iraqî ji ber qaremanî û egîtîya wan girt û got: Ew piştevanê sereke yên me di warê parastina welêt de bûn. Serketinên artêşê bûn sedema pêbawerîya dubare ya gel û cîhanê.
Serokomarê Iraqê careka din pêgirî li ser pêwîstîya bihêzkirina artêşê nemaze ji bo qonaxa dijwar a niha ji bo dabînkirina istiqrarê li welêt kir û xwest ku hewildanên di vî warî de ji bo avakirina artêşeke xurt bi armanca xizmetguzarîya ji bo gel û piştgirîya ji serwerîya netewî bên domandin. Artêşeka netewî û pirofşinal ku ya hemî Iraqê ye û xwedîyên hizrên pûç û teng tu cîgehek têde tinene.