Tevî bidawîhatina DAIŞ`ê, hêzên ingilîsî hes dikin li Iraqê bimînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279433-tevî_bidawîhatina_daiŞ_ê_hêzên_ingilîsî_hes_dikin_li_iraqê_bimînin
Gavîn Vîliyamson, wezîrê berevaniya Îngilistanê ku seredana Iraqê kiriye basa meyla vî welatî jibo ragirtina hêzên wî welatî li Iraqê kir.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 05, 2018 14:21 Asia/Tehran
  • Tevî bidawîhatina DAIŞ`ê, hêzên ingilîsî hes dikin li Iraqê bimînin

Gavîn Vîliyamson, wezîrê berevaniya Îngilistanê ku seredana Iraqê kiriye basa meyla vî welatî jibo ragirtina hêzên wî welatî li Iraqê kir.

Li gorî rapora Fransayê, Vîliyamson, li civîna mêdyayî ya li Bexdayê got: Îngilistan wê 10 mîlyon Pond jibo xurtkirina hêzên dijî terorîsmê yên Iraqê sermayê dane. Her ji ber vê yekê min îro belgeyek tev wezîrê berevaniya Iraqê îmze kir ku rê jibo îmzekirina hevhatinnameya hevkariyên berevaniyê yên her du welatan li dahatiyê, xweş dike. Ev hevkarî wê her tiştî û ji wan ji danûstandina agahiyan bigire heta hevkariya di warê şiyanên berevaniyê de, bigirin ber xwe.

Wezîrê berevaniya Îngilistanê herwiha got: Rêyeka dirêj pêşberî me ye lê hegereka din a hatina min a vir, eva ye ku pêgirîyê li ser pêbendiya cidî ya Îngilistanê li mayîna li meydanê û alîkariya bo avakirina iraqeka aram û tenahtir  bikim.

Vîliyamson li pişkeka din a axiftinên xwe got: Şerrê neh mehî ya ji bo istandina Mûsilê, pêgeha herî dawîn a terorîstan, şerrê herî mezin ê li bajaran piştî Şerrê Duyem ê Cîhanî bû.