Pêgirîya Malikî li ser pêwîstîya kutakirina nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de
Alîkarê serokomarê Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya bidawîanîna nakokîyên di navbera Bexda û Hewlêrê de kir û got: Nabe welatîyên iraqî berdêla nakokîyên sîyasî bidin.
Li gorî rapora Somerye News`ê, Nûrî Malikî alîkarê serokomarê Iraqê îro bi desteyeke partîyên kurdan re li Bexdayê hevdîtin pêk anî û her du alîyan alûgurên herî dawîyê yên sîyasî û ewlehîya vî welatî û nakokîyên di navbera Bexda û Hewlêrê de hilkolandin.
Malikî li vê hevdîtinê pêgirî li ser girîngîya kutakirina pirsgirêkên di navbera dewleta fêdêral û Herêma Kurdistana vî welatî li gorî destûra bingehîn de û dayîna miaşa karmendên Herêma Kurdistanê kir û di eynî demê de xwest ku gêre di navbera her du alîyan de nemîne ta ku li gorî wê gelê Iraqê ji her cure xeter û gefekê dûr bimîne.
Li daxûyanîya ku nivîsgeha Malikî weşandîye hatîye, vê desteya kurdan li hevdîtina digel alîkarê serokomarê Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya bihêzkirina xala hevkarîya rastî ya her du alîyan û bidestxistina rêçareyeke bingehîn ji bo hemî pirsgirêkan bi rêka muzakirên cidî anegorî destûra bingehîn di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta fêdêral de kir.
Ji alîyê din ve, Ariz Evdila serokê Fraksyona YNK`ê ragihand ku desteya kurdan ku seredana Bexdayê kirîye, nuneratîya neyaran dike ne ya hikûmeta Herêmê.
Wî got ku vekirina derîyê muzakirê di navbera dewleta Bexdayê û Hewlêrê de pêngava pêwîst û girîng ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokîyan e lê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê mercên wisa danîne ku wek pêngava yekem ji bo destpêkirina gotûbêja di navbera her du alîyan de guncav nînin.
Serokê Fraksyona YNK`ê pêgirî li ser pêwîstîya destpêkirina gotûbêjên bêyî pêşmerc ji bo bidestxistina rêçareyên bi dilê her du alîyan li gorî destûra bingehîn kir û got: Plana Fuad Meisûm serokomarê Iraqê pêngaveke girîng e p em ji dewleta Bexdayê dixwazin ku bi awayekî erênî serderîyê ligel wê planê bike vta ku bibe destpêkek ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkan dûrî zimanê gef û boykotê.