Serkirdê DAIŞ`ê li Dîyaleya Iraqê hat kuştinê
Komîteya ewlehîyê ya civata parêzgeha Dîyalê li rojhilata Iraqê ragihand ku serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê li vê parêzgehê hat kuştinê.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, Sadiq Hisêynî serokê komîteya ewlehîyê ya civata parêzgeha Dîyalê got: Hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê yên Iraqê di encama opêrasyoneke xafilkir û taybet de karîn ku Ebû Ayid serkirdê koma têrorîst a DAIŞ`ê li zincîre çîyayên Hemrînê li vê parêzgehê bikujin.
Ji hêla din ve, fermandarê operasyonên Kerkûkê yê artêşa Iraqê Elî Umran ragihand: "Artêşê li herêma Hewîce û derdora wê ku dikeve başûrê Kerkûkê li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞ`ê dest bi operasyoneke berfireh kir."
Li gorî gotina Elî Umran, operasyon herêmeke berfireh dide ber xwe û ji Hewîce hetanî Dûzxurmatû û Çiyayê Hemrînê tê lidarxistin. Tê gotin hetanî DAIŞ ji herêmê were paqijkirin dê operasyon bidome.
Umran di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gor amarên berdest hejmara milîtanên DAIŞ`ê ku li herêmê mane derdora 500 kesî ye. Wan milîtanan di demên dawîyê de li herêmê êrişên çekdarî û bombeyî li dar xistin û di encamê de gelek welatî û hêzên ewlehîyê hatin kuştin."
Herwiha piştî ku çend kesan sazîyên ewlehîya Iraqê pê hesandin ku hejmarek têrorîst li Mûsilê li bakûra Iraqê digerin, hêzên vî welatî opêrasyonek lidar xistin û di encamê de rihdînsipîyê navdar ê DAIŞ`ê ku fermana darvekirin, serjêkirin û recimkirina gorîyên vê koma têrorîst li van deveran dida, girtin. Navê wî têrorîstî Ebû Umer nasyar bi Seffahê (xwûnrêj) Mûsilê ye.