Zêde ji nîvê awareyên iraqî zivirîne malên xwe
Sazîya Navnetewî ya Koçberîyê ragihand ku 3 milyon û 220 hezar awareyên iraqî heta dawîya meha Kanûnê zivirîne malên xwe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Sandra Bilak berdevka Sazîya Navnetewî ya Koçberîyê li Iraqêşeva buhurî bal kişand ser pêngava hêzên iraqî ya azadkirina deverên bi destê têrorîstan dagirkirî û çêtirbûna rewşa ewlehîyê li deverên hanê û got: L idawîya sala 2015`ê tenê 500 hezar koçberên iraqî zivirîbûn ser malên xwe li halekî ku ev hejmara li dawîya sala 2017`ê giheştîye milyonek û 850 hezar kesî.
Li gorî gotina berdevka Sazîya Navnetewî ya Koçberîyê li Iraqê, yek ji sêyê (1/3) koçberên ku zivirîne malên xwe, malên wan tam kavil bûne.
Berî vîya Sitar Newroz berdevkê Wezareta Koçberîya Iraqê ragihand ku sedî 45`ê awareyên ji ber şêrr li vî welatî zivirîne malên xwe li Mûsil, Selahedîn, Dîyale û Al Anbarê û got: Ev hejmara awareyên iraqî ku zivirîne malên xwe ji koma wan 5 milyon awareyên iraqî ne ku ji Hezîrana sala 2014`ê ji malên xwe derketin û hawara xwe birin deverên ewleh û kempan.