Bêencamkirina êrişên têrorîstên DAIŞ`ê li ser sînorê Iraq û Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279359-bêencamkirina_êrişên_têrorîstên_daiŞ_ê_li_ser_sînorê_iraq_û_sûrîyê
Hêzên Heşdi Şeibî êrişa berfire ya koma têrorîst a DAIŞ`ê ku bi saya 18 xwekujan li dijî yekîneyên li derîyê sînorî yê Til Sefûkê li sînorê digel Sûrîyê êk hat, pûç kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 04, 2018 12:25 Asia/Tehran
  • Bêencamkirina êrişên têrorîstên DAIŞ`ê li ser sînorê Iraq û Sûrîyê

Hêzên Heşdi Şeibî êrişa berfire ya koma têrorîst a DAIŞ`ê ku bi saya 18 xwekujan li dijî yekîneyên li derîyê sînorî yê Til Sefûkê li sînorê digel Sûrîyê êk hat, pûç kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Hêzên Heşdi Şeibî bilî bêencamkirina 28 êrişên berifre yên koma têrorîst a DAIŞ`ê, 2 maşînên bombekirî yên wan jî rûxandin.

Li gorî vê raporê, di encama vê opêrasyonê de 5 têrorîstên DAIŞ`ê li derîyê sînorî yê Til Sefûkê ku ketîye tixûbê Iraq û Sûrîyê hatin kuştinê.

Li gorî nûçeyeke din, Elî Husêynî berdevkê hêzên Heşdi Şeibî li mêhwera bakûr got ku li gorî şopandin û lêzanînên dezgehên ewlehîyê, sebebkarên têrorkirin û êrişên bi çekn ên vê dawîyê li parêzgeha Kerkûkê hatine naskirinê ku hewl didin careka din rewşa vê deverê aloz bikin.