Pêgirîya ser çareserkirina nakokîyên Hewlêr û Bexdayê bi rêya gotûbêjê
Serokomarê Iraqê û serokê Bereya Hikmeya Netewî ya vî welatî li hevdîtinekê pêgirî li ser pêwîstîya çareserkirina bi rêya dîyalogê ya nakokîyên di navbera Bexda û Hewlêrê de kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Al Ged Press`ê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê û Emar Hekîm serokê bereya Hikmeya Netewî ya vî welatî li hevdîtinekê li bara pêbendîya li destûra bingehîn dema hilbijartinên bê yên parlimanê û meseleyên di navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.
Emar Hekîm herwiha li vê hevdîtinê pêgirî l iser pêwîstîya dabînkirina rewşeke guncav li bajarê Tozxormatoyê, birêvebirina bajarê Kerkûkê û parastina destkevtên vê dawîyê yên Iraqê û serketinên li hember têrorîsmê kir.
Piştî ku Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku şertên Ebadî serokowezîrê Iraqê ji bo destpêkirina gotûbêjan qebûl dike, desteyek ji vê Herêmê ku ji Komela Islamî, Tevgera Gorran û Bereya Dêmokirasî û Dadperwerîyê pêk hatîye seredana Bexdayê kir û îro bi Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê re civîyan.