Vegera 165 malbatên aware yên şerê DAIŞ`ê bo Al Anbara Iraqê
Çile 04, 2018 07:09 Asia/Tehran
Rawêjkarê parêzgarê Al Anbarê li rojavaya Iraqê ragihand ku 165 malbatên ji ber şerê DAIŞ`ê awarebûyî zivirîne deverên xwe ku hatine azadkirinê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mazin Duleymî îro li civîneke rojnamevanîyê got: 165 malbatên aware ji bajarê Al Qaimê ku ser tixûbê vî welatî û Sûrîyê ye, ji kempên awareyan yên Xalidîye, Medîne Sîyahe û Amirîyê zivirîne deverên xwe yên azadkirî.
Wî got ku vegera van malbatana piştî hewldana berpirsên bajêr ji bo dabînkirina xizmetên girîng ên ji bo niştecihên bajêran ji wan av û ceryanê li van deverana pêk hat.
Wî pêgirî kir ku hêzên ewlehîyê ji bo dilnîyabûna ji venegerîna têrorîstan bo deverên azadkirî, lêgerînên deqîq pêk tînin ji wan daxwaza nasnamê ji kesên vedigerin dikin.