15 endamên DAIŞ`ê li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatin kuştin
Çavkaniyên nûçeyan şeva sêşemiyê ragihandin ku hêzên iraqî li êrişa ser veşartgehên DAIŞ`ê yên ser sînorên vî welatî û Sûriyê, herîkêm 15 terorîst kuştin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a El Şerq Ul Ewsetê, hêzên iraqî bi alîkariya polîsê federal, piştî nasîn û çavdêriya ser livûtevgerên endamên DAIŞ`ê li ser sînorê vî welatî û Sûriyê, ew ji nav birin. Li gorî rapora wezareta karên hundur a Iraqê, endamên DAIŞ`ê çek û kemberên teqînê hebûn. Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, 18`ê meha Azera sala 1396`an a Koça Tavî, bi awayekî fermî, serketina Iraqê li hember koma terorîst a DAIŞ`ê ragihand. Di eynî demê de berî niha çavkaniyên iraqî ragihandibûn ku goriyên operasyona terorîstî ya li Iraqê di yek meha buhurî de bi awayekî berbiçav kêm bûne. Li gorî vê raporê, di meha kanûna îsal, 1262 kes di encama operasyona terorîstî hatine kuştin û 396 kes jî birîndar bûne. Li halekê ku ev hejmara di meha Mijdarê de 2 hezar û 366 kuştî û 384 birîndar bûye.