Encama bûyerên tundûtujî li Iraqê: 69 kuştî û 142 birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279261-encama_bûyerên_tundûtujî_li_iraqê_69_kuştî_û_142_birîndar
Li Iraqê di nava meha Çileyê de ji ber bûyerên êriş û tundûtuhiyê 69 kes hatin kuştin û 142 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2018 12:11 Asia/Tehran
  • Encama bûyerên tundûtujî li Iraqê: 69 kuştî û 142 birîndar

Li Iraqê di nava meha Çileyê de ji ber bûyerên êriş û tundûtuhiyê 69 kes hatin kuştin û 142 kes jî birîndar bûn.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li Iraqê di nava meha Kanûnê de ji ber bûyerên êriş û tundûtujiyê 69 kes hatin kuştin û 142 kes jî birîndar bûn.

Li gorî vê daxuyaniyê, piraniya bûyerên tundûtujî li bajarê Bexdayê pêkhatiye û di bûyerên Bexdayê 24 kes hatine kuştin û 98 kes jî birîndar bûne.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê di daxuyaniya xwe ya meha borî de jî ragihandibû ku di meha mijdarê de li seranserê Iraqê 63 sivîl hatin kuştin û 140 kes jî birîndar bûne.