Têkbirina êrîşên têrorîstan li sînorê Iraq û Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279231-têkbirina_êrîşên_têrorîstan_li_sînorê_iraq_û_sûriyê
Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî êrîşa têrorîstên DAIŞ`ê li sînorê Sûriye û Iraqê têkşikandin û hejmareka wan kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 03, 2018 06:50 Asia/Tehran
  • Têkbirina êrîşên têrorîstan li sînorê Iraq û Sûriyê

Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî êrîşa têrorîstên DAIŞ`ê li sînorê Sûriye û Iraqê têkşikandin û hejmareka wan kuştin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Sputnik`ê, li van şer û pevçûnan ku li derbasgeha sînorî ya Til Sefukê li sînorê Iraq û Sûriyê qewimîn, herîkêm 18 çete hatin kuştin û du erebeyên wan ên bombebarkirî jî ji nav çûn.

Ebu Heyd El Necar ji fermandarên Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî got ku van hêzan pênc xwekuj jî li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê kuştin.

Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, ofîsa Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) nasyar bi Yûnamiyê (UNAMI) ragihand ku di meha Kanûna sala 2017an, 69 iraqî li bûyerên têrorîstî û tundiyên çekdarî hatine kuştin û 142 kes jî birîndar bûne.

Yûnamiyê her wiha ragihand ku zêdetirîn hejmara kuştî û birîndaran li du parêzgehên Bexda û Selahedînê bûne.