Amerîkayê serkirdên koma têrorîsta Alayên Sipî li Iraqê filitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279123-amerîkayê_serkirdên_koma_têrorîsta_alayên_sipî_li_iraqê_filitandin
Berdevkê hêzên Heşdi Şeibî li bakûra Iraqê ragihand ku idî xetera koma têrorîst a Alayên Sipî li bajarê Tozxormatoyê nemaye û pêgirî kir ku Amerîkayê serokên vê koma têrorîst bi helekoptêrê ji meydana şerê li hemberî hêzên iraqî filitandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2018 13:23 Asia/Tehran
  • Amerîkayê serkirdên koma têrorîsta Alayên Sipî li Iraqê filitandin

Berdevkê hêzên Heşdi Şeibî li bakûra Iraqê ragihand ku idî xetera koma têrorîst a Alayên Sipî li bajarê Tozxormatoyê nemaye û pêgirî kir ku Amerîkayê serokên vê koma têrorîst bi helekoptêrê ji meydana şerê li hemberî hêzên iraqî filitandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Husêynî îro ji ajansa nûçan a Al Malûmê re got: Bi saya opêrasyona hêzên iraqî xetera koma têrorîst a Alayên Sipî li bajarê Tozxormatoyê li parêzgeha Selahedînê nemaye û bi zûtirkê têkbirina vê komê ku hin endamên wê hê li van deverana hene, were ragihandin.

Berdevkê hêzên Heşdi Şeibî li bakûra Iraqê herwiha got: Kurdên vê deverê piştrast kirin ku helekoptêrên amerîkî van rojên dawîyê bi daketina ser çîyayê Tozê serkirdên koma têrorîst a Alayên Sipî filitandin û veguhestin.

Eva çendemîn car e ku di van rojên dawîyê de rayedarên iraqî û sûrî dibêjin Amerîkayê dest bi derxistina serokên koma têrorîst a DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst li deverê kirîye.