Gotûbêja Emar Hekîm û Heyder Ebadî li ser hilbijartina parlimajnî ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279089-gotûbêja_emar_hekîm_û_heyder_ebadî_li_ser_hilbijartina_parlimajnî_ya_iraqê
Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê li hevdîtina bi serokwezîrê vî welatî ra, li ser rewşa siyasî, ewlehî û hilbijartina pêşerojê bi wî ra axivî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2018 08:48 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Emar Hekîm û Heyder Ebadî li ser hilbijartina parlimajnî ya Iraqê

Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê li hevdîtina bi serokwezîrê vî welatî ra, li ser rewşa siyasî, ewlehî û hilbijartina pêşerojê bi wî ra axivî.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr News`ê, Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, Emar Hekîm li hevdîtina bi Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê ra  li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinê di dema diyarkirî da û dabnîkirina rewşa pêwîst ji bo lidarxistina serketî ya hilbijartinê pêgirî kir.

Li vê hevdîtinê du aliyan li ser pêwîstiya vegeriyana awareyan bo cihê jiyana xwe piştî dabînkirina xizmet û hewcetiyên wan pêgirî kriin û li ser gotûbêja kêrhatî li gorî qanûna bingehîn ji bo çareserkirna kêşe û pirsgirêkên navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistana Iraqê jî behs û gotûbêj hat kirin.

Girîngîpêdana bi navçeya Keradeya Bexdayê wek navendeka aborî ya girîng û pêwîstiya berçavgirtina avedankirinê jî ji mijarên din ên hevpeyivîna Emar Hekîm bi Ebadî ra bû.

Desteya dewleta Iraqê dema lidarxistina hilbijartinê 15`ê Gulana 20158an dabû zanîn, lê di dawîn civîna kabîneya dewletê, ev dem bo 12`ê Gulanê hat guhertin.