17 terorîstên din li başûra Nêynewayê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279009-17_terorîstên_din_li_başûra_nêynewayê_hatine_kuştin
Qumandê polîsê parêzgeha Nêynewayê duh şemiyê ragihand ku 17 terorîstên din li başûra vê parêzgehê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2017 09:12 Asia/Tehran
  • 17 terorîstên din li başûra Nêynewayê hatine kuştin

Qumandê polîsê parêzgeha Nêynewayê duh şemiyê ragihand ku 17 terorîstên din li başûra vê parêzgehê hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Şerqul-Ewset; Wasiq El-Hamdanî " Fermandarê polîsê Nêynewaya Iraqê, got, hêzên polîsê Iraqê bi hevkariya parek ji xelkê vê parêzgehê li herêma, girava "Ebûvsyf" li Dicleyê 5 terorîstên DAIŞ`ê kuştin.

Wasiq El-Hamdanî destnîşan kir: Li halê ku endamên terorîstên DAIŞ`ê ji navça Ebû-Sêyîf li halê revînê bûn ketine ber hedefa êrişên firokên şerî yên hêzên artêşa Iraqê û 12 kes ji wan terorîstan hatine kuştin.

Di vê navberê de, ji Wezareta Navxweyî ya Iraqê, di daxuyaniyekê de got ku 115 endamên terorîstên DAIŞ'ê li pênc parêzgehên Iraqê ketine ber teqîbatên hêzên ewlehiya welêt û hinek ji wan jî hatine girtin.

Wîgot ev terorîstane li parêzgehên Besre, Wasêt, Zîqar, Mîsan û El-Musenayê hatine girtin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê 9 Îlonê serketina hêzên artêşa Iraqê li hemebrî terorîstên DAIŞ`ê ragihand.