Parek dinji terorîstan li bakûra Iraqê hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i279003-parek_dinji_terorîstan_li_bakûra_iraqê_hatine_kuştin
Qumandê polîsê parêzgeha Nêynewayê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê herî kêm 17 terorîstên DAIŞ`ê li başûravê parêzgehê kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2017 07:18 Asia/Tehran
  • Parek dinji terorîstan li bakûra Iraqê hatine kuştin

Qumandê polîsê parêzgeha Nêynewayê ragihand ku hêzên artêşa Iraqê herî kêm 17 terorîstên DAIŞ`ê li başûravê parêzgehê kuştin.

Wasiq El-Hamdanî " Fermandarê polîsê Nêynewaya Iraqê, got, hêzên polîsê Iraqê bi hevkariya parek ji xelkê vê parêzgehê li herêma, "Ebûvsyf" li Dicleyê pênc terorîstên DAIŞ`ê kuştin.

Wasiq El-Hamdanî destnîşan kir: Li halê ku endamên terorîstên DAIŞ`ê ji navça Ebû-Sêyîf li halê revînê bûn ketine ber hedefa êrişên firokên şerî yên hêzên artêşa Iraqê û 12 kes ji wan terorîstan hatine kuştin.

Di vê navberê de, ji Wezareta Navxweyî ya Iraqê, di daxuyaniyekê de got ku 115 endamên terorîstên DAIŞ'ê li pênc parêzgehên Iraqê ketine ber teqîbatên hêzên ewlehiya welêt û hinek ji wan jî hatine girtin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê 9 Îlonê serketina hêzên artêşa Iraqê li hemebrî terorîstên DAIŞ`ê ragihand.