Ebadî: Gendelî hegera ketina DAIŞ`ê nav Iraqê bû
Kanûn 30, 2017 12:51 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê ragihand ku hegera ketina DAIŞ`ê nav vî welatî ew gendelkarana ne ku darayîyên dewletê bi dest xistine.
Li gorî rapora kanala Somerye News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê got: Gendelên ku karên welêt xistine destê xwe ew kesana ne ku bûne sedema ketina DAIŞ`ê nav Iraqê. Em tu wexta rê nadin gendelan ku bi heceta raberkirina xizmetan darayîyên welêt bidizin.
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Em ê şopandina têrorîstan li her dereke Iraqê heta têkbirina veşartgehên wan ên herî dawîyê bidomînin. Wî ji welatîyan xwest ku li hilbijartinan dengê xwe li dijî gendelan bidin.
Ebadî vê dawîyê ragihand ku yê hin pêngavan ji bo şopandina gendelkaran rake û şerê tê yê Iraqê dê şerê dijî mirovên gendel be.