80 meytên jinên Îzdî li Goreka komkî derûdora Şengalê hate kifşkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278931-80_meytên_jinên_Îzdî_li_goreka_komkî_derûdora_Şengalê_hate_kifşkirin
Nûnerê Îzdiyan li Parlemana Iraqê ji peydabûna Goreka komkî ku meytên 80 jinên Îzdî têdaye xeber da û ragihand ku ev gora li nîzikiya bajarê Şengalê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê kifş bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 30, 2017 09:23 Asia/Tehran
  • 80 meytên jinên Îzdî li Goreka komkî derûdora Şengalê hate kifşkirin

Nûnerê Îzdiyan li Parlemana Iraqê ji peydabûna Goreka komkî ku meytên 80 jinên Îzdî têdaye xeber da û ragihand ku ev gora li nîzikiya bajarê Şengalê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê kifş bûye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hecî Kundûr nûnerê Îzdiyan li Parlemana Iraqê li gotûbêja xwe ya tev El-Xed Press`ê, ragihand `Grûpên ku mijûlî geryana li Gorên komkî yên Îzdiyan in vê dûmahîkê Goreka komkî peyda kirine ku têda meytê 80 jinên îzdî hatiye dîtin`.

Hecî Kundûr got: ``Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ev jinên Îzdî li hewzekî masiyan da xeniqandibûne``.

Hecî Kundûr herwisa ragihand ku ``pêştir 11 Gorên komkî yên qurbaniyên Îzdî bi destê terorîstên DAIŞ`ê li gundê Kuco li derûdora bajarê Şengalê kifş bibûn``.

Şengal li parêzgeha Nêynewayê li rojavaya Herêma Kurdistana Iraqê ye û 120 kîlomitran ji Mûsilê dûrtir e , di 3`ê Tabaxa 2014`an terorîstên DAIŞ'ê ev bajara girtin û li 20`ê Kanûna 2014 dîsa Şengalê ji destê terorîstên DAIŞ'ê azad bû .