Kuştina serkirdeyekî DAIŞ`ê li êrîşa esmanî ser bakurê rojhilata Diyaleyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278887-kuştina_serkirdeyekî_daiŞ_ê_li_êrîşa_esmanî_ser_bakurê_rojhilata_diyaleyê
Yek ji serkirdeyên koma wehabî-siyonîst a DAIŞ`ê li êrîşa esmanî ya li ser bakurê rojhilata Diyaleyê hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2017 14:16 Asia/Tehran
  • Kuştina serkirdeyekî DAIŞ`ê li êrîşa esmanî ser bakurê rojhilata Diyaleyê

Yek ji serkirdeyên koma wehabî-siyonîst a DAIŞ`ê li êrîşa esmanî ya li ser bakurê rojhilata Diyaleyê hat kuştin.

Li gorî rapora Sumeria News`a Iraqê, rayedarekî pileberz ê ewlehiyê li parêzgeha Diyaleya Iraqê îro anku Îniyê qala kuştina serkirdeyekî DAIŞ`ê û du kes ji hevriyên wî li êrîşa esmanî li ser mêvanxaneyeka bakurê rojhilata Diyaleyê kir.

Vî rayedarên ewlehiyê li hevpeyivîna bi Sumeria News`a Iraqê got: ``Li êrîşa esmanî li ser derdora Wadî Selabê li 85 Kîlomitriya bakurê rojhilata Beqûbeyê, emîrê DAIŞ`ê hevrê digel du hevriyên wî hatin kuştin``.

Vî rayedarê ewlehiyê ku nexwest navê wî were birin, got: ``Hêzên ewlehiyê yên hevpar opêrasiyona berhevkirina leşan û cihê êrîşê dest pê kirine``.

Hejmareka zêde ya serkirdeyên DAIŞ`ê di heyama mehên bihurî da li êrşîşên esmanî ser deverên cûrbicûr ên Diyaleyê hatine kuştin.