4 têrorîstên DAIŞ`î li bakûra Iraqê hatin kuştinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278821-4_têrorîstên_daiŞ_î_li_bakûra_iraqê_hatin_kuştinê
Çavkanîyên iraqî ragihandinn ku 4 têrorîstên DAIŞ`î di encama opêrasyona hêzên Heşdi Şeibî li Amirlîyê li parêzgeha Seahedînê li bakûra Iraqê de hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 28, 2017 15:26 Asia/Tehran
  • 4 têrorîstên DAIŞ`î li bakûra Iraqê hatin kuştinê

Çavkanîyên iraqî ragihandinn ku 4 têrorîstên DAIŞ`î di encama opêrasyona hêzên Heşdi Şeibî li Amirlîyê li parêzgeha Seahedînê li bakûra Iraqê de hatin kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mehr`ê, çavkanîyeke ewlehîyê li Iraqê ragihand ku piştî pevçûna hêzên Heşdi Şeibî li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê li devera Qoşce li başûra Amirlîyê, bilî kuştina 4 têrorîstên DAIŞ`î û têkbirina alavên wan, têrorîstên din jî revîn.

Li gorî vê raporê, hêzên piştevan ên Çiqa 52 ya Heşdi Şeibîyê bi armanca alîkarîya bo hêzên gelanî ber bi Qoşçê va hatin şandin û kontrola rewşê girtin destê xwe û li başûra Amirlîyê rêyeke dirêj jî ketin taqîbata têrorîstan.

Di encama vê opêrasyonê de 2 hêzên Heşdi Şeibî birîndar bûn.