Hilkolandina mijara ewlehiya neteweyî ya Iraqê li hevdîtina El-Kebî û El-Erecî
Sekreterê giştî yê tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê û wezîrê karên hundir ê Iraqê li hevdîtinekê ser hin dosiyên têkildarê ewlehiya neteweyî û prespektîva siyasî ya pêşberî vî welatî şêwirîn.
Li gorî rapora îro çarşemê ya nivîsgeha tevgera Berxwedana Îslamî ya Nucebayê li Îranê, Qasim El-Ercî wezîrê karên Hundir ê Iraqê bi hizûra li meqera navendî ya Berxwedana Îslamî ya Nucebayê li Bexdayê tev Hucetulîslam welmuslimîn Ekrem El-Kebî sekreterê giştî yê vê tevgerê hevdîtin û gotûbêj kir: Her du alî li vê hevdîtinê bi hevaltî li bara hin dosiyên têkildarê ewlehiya neteweyî û prespektîva siyasî ya pêşberî Iraqê şêwirîn.
Sekreterê giştî yê Berxwedana Îslamî ya Nucebayê li vê hevdîtinê wezîrê karên hundir ê Iraqê xatircem kir ku dewlet tim dikare li şerê li dijî terorîzmê, pişta xwe bi hevkariya têkoşerên berxwedana Îslamî ve girêde.
El-Kebî tevî spasiya ji hewldanên Wezareta karên Hundir a Iraqê ji bo dabînkirina ewlehiya welatiyên vî welatî, ser pêwîstiya paqijkirina tam a Iraqê ji şerrê terorîzma tekfîrî sekinî. Wezîrê karên hundir ê Iraqê jî pesna rola têkoşerên berxwedana Îslamî ya Nucebayê ji bo berevaniya ji welêt, nirxên pîroz û derxistina terorîstên DAIŞê da.