Paqijkirina navçên sînorî yên Iraq û Sûriyê bi alîkariya Heşda Şebî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i278611-paqijkirina_navçên_sînorî_yên_iraq_û_sûriyê_bi_alîkariya_heşda_Şebî
Sekreterê giştî yê Seraya El-Xuresanî ji hêzên ser bi Heşda Şebî yên Iraqê got: Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê amadeyî cihanîna tam a operasyona paqijkirina navçên sînorî tev Sûriyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2017 12:50 Asia/Tehran
  •  Paqijkirina navçên sînorî yên Iraq û Sûriyê bi alîkariya Heşda Şebî

Sekreterê giştî yê Seraya El-Xuresanî ji hêzên ser bi Heşda Şebî yên Iraqê got: Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê amadeyî cihanîna tam a operasyona paqijkirina navçên sînorî tev Sûriyê ye.

Elî El-Yasirî, Sekreterê giştî yê Seraya El-Xuresanî roja sêşemiyê li hevpeyvîna  bi IRNA`yê re, re li bara  hin êrişên DAIŞ`ê ser navçên sînorî yên Iraqê li rojên derbasbûyî got: Ew li dû xurtkirina ruhiyeta xwe ne lê Heşda Şebî a niha  li navçên sînorî yên Iraq û Sûriyê bi awayekî berfireh bi cih bûye.

 Elî El-Yasirî bal kişand ser vê yekê ku axa Sûriyê bi zûtirkê dê ji lepên terorîstan were rizgarkirin û got:  Terorîst hewl didin ku qeliştekê li sînorên  navbera Iraq  û Sûriyê pêk bînin û li axa  Iraqê operasyonê cih bînin.

   Sekreterê giştî yê Seraya El-Xuresanîteqez kir: Her şûnpiyeke  terorîstan li nav sînorên  Iraq û Sûriyê hişyariyeke ewlehiyê ye û li vê barê divê navbera Iraq û Sûriyê hevkariya ewlehiyê ya berfireh cih were.

    Sekreterê giştî yê Seraya El-Xuresanî destnîşan kir: Navçên  nêzîkî sînorên  Iraqê ku di kontrola hêzên berxwedana  Îslamî û komên têkoşer de ne tu pirgirêkeke ewlehiyê têde tine lê li navçên din, hin qelişt hene ku terorîstên  revyayî wê  ser qezanca xwe bi kar tînin.

 Li halekê ku  emrê koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê dawî bûye,  hîn jî , hin  endamên ser bi vê komê, wek komên  biçûk û berbilav li hin navçên  Iraqê de ne û cinaytê dikin.