Xweşbîniya Iraqê derheq zêdebûna bihayê niftê
Wezîrê niftê yê Iraqê bal kişande ser kêmbvûna asta zimhêrên cîhanî yên niftê û zêdebûna daxawzê li Çîn û Hindê û xweşbîniya xwe li ser zêdebûna bihayê niftê di sala 2018an da diyar kir.
Li gorî rapora ISNA`yê, Wezîrê niftê yê Iraqê Cebar leîbî li Bexdayê got: ``Ez gellek xweşbîn im ku di sê mehên destpêka sala 2018an da hevsengiyek li bazarên niftê hebe``.
OPEC, saziya ku Iraqê duyem berhemênerê mezin ê wê ye, bi hejmareka berhemênerên derveyî vê saziyê ra ji bo kêmkirina asta berhemanînê bi mebetsa kêmkirina asta zimhêrên cîhanî li hev kiriye.
Kêmbûna berhemnîna nifta OPEC`ê û derveyî OPEC`ê bûye sebeba zêdebûna sedî 15`ê bihayê niftê di sala îsal da.
Ieaqê di Cotmeha 2017an da 4.36 miliyon bermîl nift di rojê da berhem anî ku pêka 4.83 miliyon bermîl niftê ya dawiya sala bihurî, kêm bûye.