Serokê parlimana Iraqê daxwaza xurtkirina yekîtiya neteweyî kir
Serokê parlimana Iraqê li ser pêwîstiya xurtkirina yekîtiya neteweyî li vî welatî ji bo sekinîna li hemberî pirsgirêkan pêgirî kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Serokê parlimana Iraqê, Selîm Cibûrî êvara Duşemiyê bal kişande ser serketina vî welatî li sekinîna li hemberî komên têrorîst û got: ``Gel, berpirs û komên siyasî li Iraqê divê bi xurtkirina yekîtiyê rê li ber zêdegavî û têrorîsmê bigirin``.
Serokê parlimana Iraqê got: ``Ji bo derbaskirina pirsgirêkên siyasî û aborî jî em hewcedarê nêrîna yekparçe ne; Ji ber vê yekê em gihîştine qonaxeka nû ku dijwariyên wê dê kêmtir ji qonaxên pêşîn nebin``.
Wî got: ``Divê em rê nedin ku têrorîsm, zêdegavî û frirqeşopî vegere welêt - em li bereberê qonaxeka nû bi navê hilbijartinê ne``.
Selîm Cebûrî got: ``Mijara nû li Iraqê ev e ku hemî alî divê li dû xurtkirina rêxistinên dewletî li gorî qanûnê bin``.
Serokê parlimana Iraqê got: ``Rakirina çekan derveyî çarçova dewletê yek ji wan pirsgirêkan e ku divê em ji bo wê stratijiyeka ron berçav bigirin``.
Cebûrî li bersiva vê pirsê ku pêşeroja pêwendiyên dewleta Iraqê digel Herêma Kurdistana Iraqê piştî lidarxistina Giştpirsînê çawa dinirxînî, got: ``Herêma Kurdistanê beşeka girîng ji Iraqê ye û divê ku kêşe û nakokî bi riya gotûbêja digel vê herêmê bên çareserkirin. Gotûbêj û diyalog wek bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan li çarçova parastina yekparçetiya axa Iraqê ye``.