Cejna sala nû li Mûsilê piştî 3 salan
Xelkê Mûsilê li bakûra Iraqê piştî 3 salan dîsa bi saya têkçûna DAIŞê li vî bajarî ku di encama xebata hêzên curbicur ên Iraqê û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pêk hatiye, sala nû ya mîladî cejn girtin.
Li gor rapora ISNAyê keldaniyên Musilê li Dêra Mar Bulês bo cara yekim ji sala 2013 heya niha merasima cejna sala nû ya mîladî li dar xistin.
Cejn û ebadet li NMûsilê ku kêmneteweke mezin a xirîstaniyan lê dijîn girîngiyeke xwe ya taybet heye.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê li dema dagîrkirina vî bajarî nedihêşt ku xisrîstanî cejna xwe ya ser salê bigirin. Lê niha ku ev grûpa li Mûsilê nemaye û ewlehî li wir dameziriye ew dikarin bi azadî ve cejna ser salê bigirin.
Serqeşeyê mezin yê Keldanniyan Luîs Sako li Mûsilê ji ebadetkirên beşdarê cejnê xwest ku ji bo edilîna aştî û ewlehiya tam li Iraq û Mûsilê dua bikin.