DAIŞê li Kerkûkê 2 êrişên çekdarî pêk anîn: 5 kes hatin kuştin
Li gor nûçeyên belavbûyî li Kerkûkê 2 êrişên çekdarî pêk hatin. Di êrişên çekdarî de 5 kes hatin kuştin ku serokê eşîra ereb û midûrê polîsan jî di nav de ne.
Li gorî nûçeya medya Iraqê, rêxistina terorîst a DAIŞê li ser riya sereke ya Kerkûk-Hewîce û Hewîce-Riyazê 2 êrişên çekdarî pêk anîn. Li ser riya Kerkûk-Hewîceyê serokê eşîra ereb a Ceheşê Şêx Welîd Ceheş û hevsera wî di wesayîta xwe de rastî êrişa çekdarî hat. Di encama êrişa çekdarî de Ceheş û hevsera wî jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha li heman herêmê li ser riya Hewîce-Riyazê li hemberî Midûrê Polîsê Hewîceyê Aqid Fazil Seîd Elî Sebawî êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişa çekdarî de midûr Elî Sebawî û kurê wî ziyad Elî û kesekî din hatin kuştin.
Tevî ku dagîrkeriya grûpa terorîstî ya DAIŞê li Iraqê kuta bûye, hîn jî hin grûpên biçûk yên ser bi vê grûpa terorîstî li Iraqê de cinayetên xwe berdewam dikin.